Türkçe | Kurdî    yazarlar
Ji raya giştî ya cîhanê ra

2024-12-06

Wek ku di hemû çapemenîya dinyayê  da tê nivîsîn û TV da tê nîşandan, ew çend roj in rêxistina terorîst HTŞ û grûpên cîhatcî yên Îslamîstên radîkal ên ku dewleta Tirk ji her hêlê da alîkarîya wan dike,  erîş birin ser  bajarê Helebê û hin cîhên din jî dagîr kirine. Ji ber wan erîşên HTŞ û grûpên Îslamîst,  Kurd û kêmneteweyên olî  yên wek Cirîstîan û ne Misliman ku li wan deran dijîyan û diman,  di nav metirsîyek mezin de ne û di çapêmenîyê da tê gotin ku serê jinek Kurd hatîye jekirin û li hember gelê sivîl  êrîşên hovane te meşandin. Ji ber wan erîşên hovanê Kurd û xaçperestên ku li wan deran dijîn koç dikin û da ku raserî komkujîyê neyên.

Pir eşkere tê xuya kirin ku erîşên HTŞ û rêxistinên din li gor  daxwaza dewleta Tirk pêk tên û wan deran kontrol dikin. Wek tê zanîn dewleta Tirk di 2018an de dîsa bi piştgirîya rêxistinên îslamîst herêma Efrînê dagîr kiribû û îro jî dixwaze heman tiştî bike. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze di hevdîtin û bazarên pêşerojê Sûrîyê de destê xwe xurt bike û ji desthilatdarîya Kurdên Rojava re bibe asteng.  Ji alîyê din Tirkîye dixwaze ew derên ku ji ber van êrîşan vala dibin Ereban, HTŞ û grûpên ku kontrol dike li wan deran bi cîh bike û demografîya Helebê û derdora wê biguhere.

Em wek rexistinên ku navên wan li jer hatinê nivisandin  di serî da bangî Yekîtîya Netewan-NY, Yekîtîya Ewropa û hemû demokrat û aştîxwazên cîhanê dikin ku li hember êrşên HTŞ, grûpên cîhadî û planên  dewleta Tirk bêdeng nemînin û li hember wan helwestek rasteqîn bigrin.

Ji alîyê din em bangî hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê dikin ku li hember wan erîşan bi lez bên ba hev, yekîtîya xwe pêk bînîn, yekdengî  û yekrêzîya xwe pêk bînin û bi hev ra  tevbigerin.

-KOMKAR-Yekitîya Komelên Kurdistan-Li Almanya

-Platforma Kurdistan li Hamburg

-Rewanda Kurdistal li Navanda Almanya

05.12.2024

DİASPORA